Serokê AK Partî yê Diyarbekirê: Divê destkeftên Kurdan di makezagonê de werin misogerkirin

Serokê Ak Partiyê yê Şaxa Diyarbekirê Muhammed Şerîf Aydin bi civînek çapemeniyê amaje kir ku divê destkeftiyên Kurdan bi rêya makezagonê werin misogerkirin.
Serokê Ak Partiyê yê Şaxa Diyarbekir Muhammed Şerîf Aydin
Serokê Ak Partiyê yê Şaxa Diyarbekir Muhammed Şerîf Aydin

Diyarbekir (K24) - Serokê Ak Partiyê yê Şaxa Diyarbekirê Muhammed Şerîf Aydin bi civînek çapemeniyê amaje kir ku divê destkeftiyên Kurdan bi rêya makezagonê werin misogerkirin û anî zimên ku divê zimanê Kurdî jî di xizmetên ewlekariyê de were bi kar anîn.

Serokê Ak Partiyê yê Şaxa Diyarbekir Muhammed Şerîf Aydin li gel rêveberiya nû ya Diyarbekirê civînek çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de Muhammed Şerîf Aydin anî zimên ku divê destkeftiyên Kurdan di makezagonek nu de werin parastin da ku siberoj desthilat were guhertin jî mafên Kurdan ên hatine bidestxistin bi makezagonê were parastin.

Serokê Ak Partiyê yê Şaxa Diyarbekir derbarê tayînkirina mamosteyên Kurdî de jî amaje kir ku hejmar gelek kêm e û divê bêhtir werin tayînkirin û bal kişand ku Kurdî jî zimanekî qedîm ê vê axê ye.

Aydin da zanîn ku wan derbarê van mijaran de ji Enstituya Kurdî ya Zankoya Artukluyê raportek xwestiye.

Derbarê cihnedana zimanê Kurdî di xizmetên ewlekariyê yên pêşîlêgirtina tundiya hember jinê de jî got ku divê zimanê Kurdî jî di wê lîsteyê de cih bigire.

Derbarê pênasekirina welatîbûnê ya di makezagonê de jî destnîşan kir ku bila welatiyên herêmê hêvîdar bin û çaverê bin.