Li Tirkiyê ji ber zêdebûna haletên Koronayê rênimya hatin zêdekirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê li metropolan bi taybetî Stenbolê ku zêdetirîn haletên Koronayê lê tên tomarkirin, rênima hatin zêdetirkirin. Li kafê û xwaringehan bi şerta bicîhanîna hin kontrolên tenduristî xebat dê bên kirin. Lê belê metirsiya dikandarên bajarî ew e ku bi berdewamiya zêdebûna haletan kargehên wan dibe ku were girtin.

Li Tirkiyeyê bi mebesta proseya normalîzebûnê piştî meha Adarê qonax bi qonax rênima hatin sistkirin û qedexeyên li ser girtina kafe û xwaringehan hatin rakirin lê di vê proseyê de ji nişka ve haletên coronayê zêdetir bû.

Li bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê li Stenbolê zêdetirîn halet tên tomarkirin. Ji ber zêdebûna haletên li vî bajarî hin rênimayên nû hatin ragihandin.

Li gor rênimayên nû êdî her kesên ku dê li cafe, xwaringeh û holên mezin ên civakî rûnên berî vê koda ji aliyê Wezareta Tenduristiyê tê wergirtin û rewşa tenduristiya welatiyan eşkere dike wê nîşan bidin.

Dikandar di wê baweriyê de ne ku hem tesîreke baş hem jî tesîreke nebaş a vê rênimaya nû li ser wan hene.

Metirsiya dikandaran ew e ku bi berdewamiya zêdebûna haletan kargehên wan ji nû ve werin girtin.