Tirkiye 9emîn welatê herî zêde haletên Koronayê lê tên tomarkirin e

Li gor daneyên fermî li Tirkiyê heta niha zêdetirî 2 milyon 800 hezar haletên koronayê hatine tomar kirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li gor daneyên fermî li Tirkiyê heta niha zêdetirî 2 milyon 800 hezar haletên koronayê hatîne tomar kirin. Li ser vê yekê zankoya John Hopkins ya Amerîkayê jî raporek belavkir û li gor vê raporê Tirkiyê bi vê hejmara tûşbûyan ve 9emîn welat e ku herî zêde haletên koronayê lê hatîn tomar kirin.

Zêdetirî salek li ser wê yekê re derbas bû ku Rêxistina tendirustiya dinyayê virûsa koronayê wek pandemî îlan kirîbû. Dema ku pandemî hatî îlan kirin li dinyayê tenê 121 hezar û 500 haletên koronayê hatîbûn tomarkirin lê niha hejmara tûşbûyan gihiştiye 118 milyon kesan.

Herwiha li Tirkiyê di dema derbasbûyî de hejmara miriyan jî ji 2 milyon û 619 hezar kesan derbas bûye. Li dinayayê yek ji welatên ku herî zêde haletên koronayê lê hatîn tomarkirin Tirkiye ye. Li gor daneyên zankoya John Hopkins ya Amerîkayê tirkiyê 9 mîn welate ku herî zêde haletên koronayê lê hatîne tomar kirin.

Li gor hinek welatiyan her çiqes li Tirkiyê haletên kronayê gelek zêde bin jî hikûmetê Tirkiyê wek welatên derve alikarî nedaye wan û ew hiştîne nav vê rewşa zor û zehmet de.

Digel ku salek li ser pandemiya koronayê re derbas bûye heta niha li dinyayê tenê zêdetirî 320 milyon doz vaksînên koronayê hatîne bikaranîn. Lê hê jî gelek welatên pêşveçûyî jî dinav de ji bo peyda kirina vaksîna koronayê pirsgirêk berdewam in.Lewma diyare kul i dinyayê haletên koronayê dê hê jî zêde bibin