Serokê HUDAPARê: Em weke kêşeya ziman û qewmekê berê xwe nadin pirsa Kurd

Enqere (K24) - Di çarçoveya amadekariyên yasaya nû de Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDAPAR) Îshak Saglam bi şandeyekê serdana Partiya Saadetê kir û bi serokê vê partiyê Temel Karamollaoglu re li hev civiya.
Piştî civînê her du serok derketin pêşberî kamereyan û li ser pirsa Kurdistan24ê ya ku dê yasaya heyî de perwerdehiya zimanê Kurdî û kêşeya Kurd çawa cih bigre, Serokê HUDAPARê Îshak Saglam diyar kir ku ew kêşeya Kurd weke kêşeya ziman û qewmekê nabînin ew dixwazin mafê her kesî di yasaya nû de hebe.
Îshak Saglam diyar kir: “Dema em werin ser meseleya Kurdî em vê yekê weke kêşeya ziman û qewmekê nabînin. Li vî welatî 83 milyon kes dijîn û em behsa vê yekê dikin ku mafên sereke yên mirovî çibin bê ferq û cudahî lazim e mafê her kesî bê dayîn.”
Saglam destnîşan kir: “Rast e li vê derê Kurd weke qewmeke mezin cih digrin. Bê guman em di wê baweriyê de ne ku lazim e mafên Ereb,Tirk, Abaza, Çerkez ku li vî welatî dijîn û kesên ku cuda cuda aîdiyetên wan hene hewce ye mafên mirovî yên sereke yên her kesî di vê yaseya nû de cih bigre. Ji ber vê çandê bêyî ku behsa qewmekê bê kirin ev yasaya ku dê bê amadekirin bi rehetî dikare mafê hemû welatiyan di nava xwe ve vehevîne. Di vê mijarê de bêyî ku behsa mafên taybet yên Kurd, Tirk, Ereb û Çerkezan bê kirin lazim e ku di vê yasaya nû de her kes wekhev bê pênasekirin.”