Aktar: Ji bo Demîrtaş neyê berdan 5 fezlekeyên din li dozê hatine zêdekirin

Parlementerên HDPê û parêzerên demîrtaş ku beşdarî dozê bûn amaje pê kirin ku dadwer bi gorî daxwaza deshilatê bi siyasî tevdigerin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Doza Hevserokê Berê yê HDPê selahattîn Demîrtaş ku bûye dozeke navendî li Enqera paytexta Tirkiyê careke din hate dîtin. Selahattîn Demîrtaş bixwe beşdarî dozê nebû û daxwaza guherîna dadweran kir. Doza ku biryar bû du rojan berdevam bike di rojekê de hate dîtin û doz bo 14ê Nîsana 2021an hate taloqkirin. Parlementerên HDPê û parêzerên demîrtaş ku beşdarî dozê bûn amaje pê kirin ku dadwer bi gorî daxwaza deshilatê bi siyasî tev digerin û ji dadgehê encameke hiqûqî çaverê nakin.

Li Tirkiyê Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku derbarê wî de 142 sal cazayê girtigehê tê xwastin, li Enqera paytexta Tirkiyê di 19emîn dadgeha giran ya Sîncanê, bi rêya sîstema deng û dîmen Segbîsê li girtigeha Edîrneya kul ê dimîne beşdarî doza xwe bû. Di destpêka axaftina xwe de Demîrtaş bang li dadweran kir ku ger daxwazên wan, biryara dageha mafê mirovan û ya Dadgeha bilin ya derbarê azadkirina wî de cibicî nekin bila demildest biryara 142 sal sizayê girtigehê bê dayîn ku ev doz evaqs demdirêj nebe. Herwiha demîrtaş daxwaza guherîna dadweran kir ku ji deshilatê ferman distînin û siyasî biryar didin.

Parlementerê HDPê yê Dîlokê Mahmut Tugrul ku beşdarî doza Demîrtaş bû ragihand doza Demîrtaş nîşan dide ku ev çaksaziyên derbarê hiqûq û mafê mirovan de wala ne û sergirêdan e.

Parlementerê HDPê Yê Dîlokê Mahmut Tugrul ji K24ê re got: “Daxuyaniyên AKPê yên derbarê çaksaziyên hiqûq û mafê mirovan de xuya ye ku bê wate û sergirêdaneke mezin e. Doza birêz Demîrtaş jî nîşaneya vê yekê ye. Herwiha li dadehê qet behsa biryara azadkirina Demîrtaş ya dadgeha Ewropayê nehate kirin. Birêz Demîrtaş bi xwe jî got cihê ku biryarên dadgeha mafê mirovan ya ewropayê û dadgeha bilind neyê cibicîkirin darizandineke bêalî jî nayê kirin. Birêz Demîrtaş xwast ev dadwerên siyasî biryar didin dev ji vê dozê berdin.”

Parêzerê Demîrtaş Mehemet Emîn Aktar jî amaje pê kir ku ji bo ku Demîrtaş neyê berdan 5 fezlekeyên din jî li dozê hatine lê zêdekirin û dadgeh ne ji bo sucê zelal bike ji bo ku cezayeke siyasî bide tev digere.

Parêzerê Demîrtaş Mehmet Emîn Aktar dibêje: “Qala biryara dadgeha mafê mirovan nake ji ber vê çendê dibêjim proplemekê wiha mezin heye. xwezî bigotina heye am nanasin wiya bigotina. Îro dadgeh tiştekî nîşanî me da tevgerekî bi tena serê xwe nîne. Daraz ne serbixwe be bêteref nîn be vê çaxê edalet tine dibe. Tine viya armanca wê cezakirine. 5 dozên nika jî tevlî bûn. Em serî de dibêjin ev doz ev lêgerin armanca sucekê ku zelal bike nîne evya mudaxaleyekê siyasî ye loma jî dê biryar jî siyasî be.”

Selahattîn Demîrtaş di 6ê Mijdara 2016an de bi tohmeta ku propagandaya rêxistinê kriye û dijî yekrêziya xaka Tirkyê tev geriyaye hatibû girtin û ev nêzî 4 sal zêdetir e di girtîgehê de ye. Di 20 mijdara 2018and e dadgeha mafê Mirovan ya Ewropayê û di 22ê Berfanbara 2020an de jî Daîreya mezin ya Dadgeha Mafê Mirovan Ya Ewropayê biryara Azadkirna Demîrtaş dabe jî ev biryar heta niha ne hatiye cibicîkirin û doza Demîrtaş bo 14ê Nîsana 2021an hate taloqkirin.