Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêmê pêşwaziyê li pêşxistina pêwendiyan bi Japonê re dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Japonê li Iraqê Suzukî Kutaru kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Japonê li Iraqê Suzukî Kutaru kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Japanê pesnê Herêma Kurdistanê da ku faktoreke girîng e ji bo aramîya navçeyê û tekezî li ser pêşvebirina zêdetir a pêwendiyên welatê xwe û piştevanîya berdewam li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kie, bi taybetî di pêşxistina weberhênana Japonî li navçeyê.

Balyozê Japanê jî spasîya Herêma Kurdistanê kir, ji ber ku alîkarî û hêsankariyên pêşkêşî ajans û rêxistinên nehikûmî yên Japanê li Herêmê kirine.

Serokwezîr ji bilî spasiya piştgîriya Japonê bo Herêma Kurdistanê, dupat kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li pêşxistina pêwendiyên berfireh bi Japonê re dike.

Di civînê de Berpirsê Nivîsgeha Konsolxaneya Japonê ya li Hewlêrê Negayama Noşiko amade bû, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê jê re xwast, bi boneya bidawîkirina erkên xwe yên li Herêma Kurdistanê.