Li Colemêrgê qedexekirina çalakiyan heta 15 rojên din hat dirêjkirin

Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.
Li Colemêrgê qedexekirina çalakiyan heta 15 rojên din hat dirêjkirin
Li Colemêrgê qedexekirina çalakiyan heta 15 rojên din hat dirêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Colemêrgê ve hatiye belavkirin, ji îro 17ê Adarê heta 31ê Adarê, heta 15 rojan hemû xwepêşandan, meş, girevên birçîbûnê, vedana çadir û stand û çalakiyên bi vî rengî qedexe ne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi armanca prensîpên sereke yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û dabînkirina aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtina zêdetir belavnebûna Koronayê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qaymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Parêzgariya Colemêrgê herî dawî roja 2yê Adara 2021ê heta 16ê Adara îsal, heta 15 rojan hemû xwepêşandan û çalakî qedexe kiribûn.