Ji bo girtina HDPê doz hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Dadgeha Qanûna Bingehîn doz vekir.
Serdozgerê Komarî Bekir Şahir bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dadgeha Qanûna Bingehîm doz vekir û îdianame bo Dadgeha Bilind hat şandin.
Di îdianameyê de hatiye gotin ku endamên HDPê bi gotin û kiryarên xwe, di armanca wê yekê de ne ku yekîtiya dewletê ya nayê cudakirin xera bike û ji holê rake.
Herwiha îro mafê parlamenteriyê ji Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu hat standin. Gergerlîoglu da xuyakirin ku biryar dijî îradeya gel e û ew biryarê nas nake.
Hêjayî gotinê ye ku Serokê Partiya Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli bi berdewamî daxwaza girtina HDPê dike.
HDPê di hilbijartina 2018an de 67 kursî li Parlementoya Tirkiyê bi dest xistibûn. Herwiha parêzbendiyên parlementerên HDPê Leyla Guven û Musa Farisoglu û Ayhan Bîlgen di sala 2020an de hatibûn rakirin û çend parlementer jî ji nava HDPê îstîfa kiribûn û niha jimareya parlamenterên HDP bûye 55 parlamenter.