Şikeftên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê hatin bombebarankirin

Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, îşev pêgeh û şikeftên DAIŞê li sînorê Mexmûrê bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, îşev pêgeh û şikeftên DAIŞê li sînorê Mexmûrê bombebaran kirin.

Jêderekî ji Fermandariya Operasyonên Neynewayê ji medyaya Iraqî re ragihand, îşev pêgeh û şekeftên çekdarên DAIŞê LI zincîreya çiyayê Qereçûxê hatin bombebarankirin.

Wî jêderî ti zanyarî derbarê ziyanên DAIŞê de ranegihandin.

Ji ber valahiya ewlehiyê ya wê navçeyê heye, çekdarên DAIŞê xwe li sînorê Mexmûrê û çiyayê Qereçûxê vedişêrin û wek pêgehekê ji xwe re bikar tînin.

Çend roj in jî, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî û bi alîkariya hêzên Pêşmerge, cih û şikeftên ku çekdarên DAIŞê xwe tê de vedişêrin bombebaran dikin