Kremlin: Daxuyaniyên Biden derbarê Putin de gelekî xirab in

Kremlinê: Daxuyaniyên Biden yên derbarê Serokomar Vladîmîr Pûtîn de "pir xirab" û "bêmînak" in.
Kremlin
Kremlin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kremlinê ragihand, Mosko dê bi Washingtonê re li ser bingehê ku Biden naxwaze têkiliyan baş bike serederiyê bike, li ser daxuyaniyên dawî yên derbarê Serokomar Vladîmîr Pûtîn de jî "pir xirab" û "bêmînak" bi nav kir.

Ev daxuyaniya Kremlin piştî wê yekê tê, Serokê Amerîka Joe Biden di hevpeyvînekê lige kenala “ABC” de duhî ragihand, “Divê Rûsya buhayên giran bide li hember destêwerdana wê di hilbijartinên Amerîka de. Herwiha Biden li ser pirsa rojnamevan jî bersiva 'erê' da ku Putîn "kujer" e yan na?.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov îro di daxuyaniyekê de ragihand, Serokê Amerîkayê nîşan daye ku ew plan nake têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re baştir bike û tekez kir ku Rûsya dê ji vê pêşhatê ve dê bi Amerîkayê re serederiyê bike.

Peskov diyar kir, ji bo şêwir û lêkolînkirina têkiliyên bi Amerîka re, Balyozê Rûsya yê li Washingtonê Anatoly Antonov ji bo Moskoyê hat bangkirin.