Karwaneke hêzên Amerîkayê bi barê lojîstîk û çekan gihişte Hesekê

Karwaneke nû ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, ku alavên lojîstîk û çek li xwe girtibûn, ji Iraqê çû nav axa Sûriyê û gihişte binkeyên xwe yên li Hesekê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Karwaneke nû ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, ku alavên lojîstîk û çek li xwe girtibûn, ji Iraqê çû nav axa Sûriyê û gihişte binkeyên xwe yên li Hesekê.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ji hin çavkaniyên xwecihî ragihandiye: “Hêzên Amerîkayê di çend demjimêrên borî de karwaneke ku ji 40 wesayît û barhilgir pêk dihat, ji Iraqê bi rêya deriyê sînorî yê El Welîd derbasî axa Sûriyê bû û karwan alavên lojîstîk û çek û teqemeniyê li xwe girtibû û wesayîtên zirxpoş ên serbazî yaweriya wan dikir.”

Herwiha hatiye diyarkirin ku di çend mehên derbasbûyî de hêzên Amerîkayê bi hezaran barhilgir ji deriyê sînorî yê Iraqê derbasî nav axa Sûriyê kiriye.