"Dewlet rêya siyasetê li ber Kurdan digre"

Piştî ku ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doza girtinê hat vekirin, ev yek ji aliyê rêxistin û partiyên opozîsyonê ve rastî bertekan hat.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Piştî ku ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doza girtinê hat vekirin, ev yek ji aliyê rêxistin û partiyên opozîsyonê ve rastî bertekan hat. Rayedarên HDPê di wê baweriyê de ne ku doz siyasî ye û desthilat ji bo hilbijartina bê dixwaze HDPê ji holê rake.

Serdozgerê Komarî yê Dadgeha Bilind bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan HDPê di dadgeha Makezagonê de doz vekir. Li ser vê yekê ji qada navneteweyî jî û ji aliyê opozîsyonê jî bertek hatin nîşandan û hat amajekirin ku vekirina doza girtinê dê zirarê bide demokrasiyê û dê îradeya kesên deng dane HDPê binpê bike.

Derbarê doza girtinê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî amaje kir ku dozek siyasî ye. Rayedarên HDPê li Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê doza girtinê û daxistina parlementeriyan wek derbeyê pênase kirin.

Endamê Meclîsa HDPê Îbrahîm Erkul di wê baweriyê de ye ku tê xwestin hemû deng û rengên cuda werin qutkirin.

Îbrahîm Erkul ji K24ê re ragihand: “Di erefeya Cejna Newrozê de dewletê dît ku deng û diruşmeyên aştîxwazan bilind dibe, xwestin dengên cuda, baweriyên cuda, çandên cuda ji holê rakin. Ji ber wê yekê gaveke wisa avêtin.”

Mafnas di wê baweriyê de ne ku di sedem û bingehên rasteqîn ên doza girtinê û daxistina parlementeriyan de çaresernebûna pirsa Kurd heye û rêbazên wiha berê jî hatine ceribandin û ti encamek bi dest neketiye.

Mafnas û Hiqûqnas Ahmed Ozmen dibêje civak li bendê ye ku HDPyî vegerin nav gel û ti wateyek a mana li Enqereyê nemaye ji ber ku dewlet rêya siyasetê li ber Kurdan digire.

Ahmed Ozmen diyar kir: “Di bingeha vê gavê de pirsa Kurd an jî meseleya Kurd heye. Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê ve dewletê pirsa Kurd bincil kiriye. Dewletê rê li ber Kurdan girtiye. Pêvajoya darazê jî bi awayekî hiquqî nameşe.”

Di îdianameya bo girtina HDPê hatiye amadekirin de Serdozgerê Komarî bo 687 kesan daxwaza 5 salan qedexeya siyasetê jî dike ku di nava wan kesan de siyasetmedarên wek Ahmed Turk, Selahaddîn Demîrtaş, Leyla Zana, Hevserokên HDPê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan jî hene.