Tirkiyê çend deverên bin desthilata artêşa Sûriyê bombebaran kir

Ji bo bersivdana li çend mûşekên ku ji Sûriyê ber bi Tirkiyê hatibû avêtin, Tirkiyê çend deverên bin desthilata artêşa Sûriyê bombebaran kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo bersivdana li çend mûşekên ku ji Sûriyê ber bi Tirkiyê hatibû avêtin, Tirkiyê çend deverên bin desthilata artêşa Sûriyê bombebaran kir.

Piştî ku çend mûşek li bajarê Kilîsê yê li ser sînorê Sûriyê ketibû xwarê, Tirkiyê çend deverên bin desthilata artêşa Tirkiyê bombebaran kir û hêzên artêşa welatê xwe li deverên sînorî xiste amadebaşiyê.

Herwiha hikûmeta Tirkiyê ji Rûsyayê daxwaz kir ku biryara agirbestê were cîbicîkirin û êdî rê neyê dayîn ku bûyerên bi vî rengî dubare bibin.

Di Adara sala borî de, Enqere û Moskow li ser agirbesta li parêzgeha Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûriyê li hev kiribûn, ev jî piştî êrîşeke artêşa Sûriyê bû ku di encama êrîşê de 36 serbazên Tirkiyê hatibûn kuştin.