Wezîrê Tendirustiyê di Newrozê de daxwazekê ji welatiyan dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî di peyamekê de cejna Newrozê li welatiyan pîroz dike û ji daxwaz dike pabendî rênimayên tendirustiyê bibin.
Wezîrê Tendirustiyê di peyama xwe de ragihand, dawaz ji welatiyan dikin, xweragir bin û pabendî rênimayên tendirustî û jîngehparêziyê bin û xwe û zarokên xwe biparêzin, bi berdewam mask bi kar bînin û ji cihên qerebalix dûr bikevin.
Dr. Saman Berzincî ji welatiyan re dibêje, her dema nîşanek yan gumaneke pêketina bi vîrûsê hebe, serdana navendên testê bikin û xwe ji xelkê dûr bixin.
Wezîrê Tendirustiyê tekez dike, “Soz didin bi piştevaniya pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pabendbûna me hemûyan bi rênimayên tendirustiyê, di cengê li dijî vîrûsa Koronayê de berdewam dibin.”
Herwiha Newrozê li welatiyan dike û dibêje: “Cejna sala nû ya kurdî, Buhar û Newroza we pîroz be, her di xweşî û tendirustî û selametiyê de bin