Pêgehên DAIŞê li Mexmûr û Hewîceyê hatin bombebarankirin

Firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî îro cih û şikeftên DAIŞê li Mexmûr û Hewîceyê bombebaran kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî îro cih û şikeftên DAIŞê li Mexmûr û Hewîceyê bombebaran kirin.

Jêderekî ji ewlehiya Iraqê ragihand, firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî îro cih û şikeftên DAIŞê li Mexmûr li parêzgeha Neynewa û Hewîceyê li parêzgeha Kerkûkê bombebaran kirin.

Diyar kir jî, di êrîşeke din jî, firokeyêyên Hevpeymanan çend cihên din jî li navçeya Şexîr li başûrê Kerkûkê bombebaran kirin.

Di çend rojên borî de, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bi hevahengiya ligel hêzên Pêşmerge, hejmarek ji pêgeh û şekeftên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê bombebaran kiribûn.