Sancar: Doza girtina HDPê li Koşka Serokomariyê hatiye amadekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) da xuyakirin; doza girtina partiya wan di Koşka Serokomariyê de hatiye amadekirin û dozgerê wê jî Erdogan bi xwe ye.
Hevserokê HDPê Mîthat Sancar diyar kir; polîsan nehîştiye Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu nimêja xwe bike û cilên xwe li ber xwe bike, li Parlamentoyê hatiye binçavkirin û got, dîmenên wiha tu carê nayên jibîrkirin.
Mîthat Sancar bal kişand li ser peyamên pîrozbahiya Newrozê û got; helbet kesek demokrasî nabexşîne, divê were bidestxistin.
Sancar got; doza girtina HDPê di Koşka Serokomariyê de hatiye amadekirin û dozgeriya dozê jî Serokomarê Tirkiyeyê bi xwe dike.