Kiliçdaroglu: Di demokrasiyê de girtina partiyan şaş e

Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di civîna koma partiya xwe de li ser doza bo girtina HDPê û betalkirina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu rawestiya.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaoglu
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaoglu

Enqere (K24) - Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li Parlamentoya Tirkiyê di civîna koma partiya xwe de li ser doza bo girtina HDPê û betalkirina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu rawestiya û ji ber van kiryaran hikûmet bi tundî rexne kir.

Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de diyar kir ku di demokrasiyê de girtina partiyan kiryareke gelekî şaş û xirab e.

Kiliçdaroglu got: “Bi leza birûskê, parlamenterî tê betalkirin. Gelo dadwerî li ku derê ma? Niştecihên qesrê gava behs dibe Misilmantî vê payeyê ji kesî re nahêlin. Wekî ku li vî welatî ji bilî wan hîç Misilman nîn in. Baş e wê gavê hûn van neheqiyan çawa qebûl dikin?”

Serokê CHPê herwiha diyar kir: “Bi lez û bez hûn diçin fermanê didin, dozê vedikin û hewl didin ku deriyê partiyekê bigirin. Gelo di demokrasiyan de girtina partiyeke tiştekî rast e? Ew jî dizanin ku ne rast e. Heger gel piştgiriya partiyekê neke wê gavê ew partî girtî hesab e. Li aliyekî dê behsa demokrasî û biryardariya gel bikin li aliyekî jî dê bi kiryarên deryasayî rabin û rûnin. Ev yek bi ti awayî ne rast e.”