Çekdarên milîs li nav bajarê Bexdayê gef li Serokwezîrê Iraqê xwarin

Hejmarek çekdarên milîs ku navê Rub’ullah li xwe danîne, li nav bajarê Bexdayê nimayîşeke serbazî kirin û bi cil û berg û wesayîtên serbazî, li nav paytexta Iraqê geriyan.
Çekdarên milîs daxuyaniyekê dixwînin
Çekdarên milîs daxuyaniyekê dixwînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek çekdarên milîs ku navê Rub’ullah li xwe danîne, li nav bajarê Bexdayê nimayîşeke serbazî kirin û bi cil û berg û wesayîtên serbazî, li nav paytexta Iraqê geriyan.

Çekdarên koma milîs, di dema nimayîşa xwe de wêneyên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bilind kirin, ku li ser wêneyan meqesek li ber guhê karîkatura Mistefa Kazimî hatiye danîn û hatiye nivîsandin: “Dema jêkirina guhên wî hat.”

Li gor vîdyoyên ku hatine belavkirin, hejmara çekdarên wê koma milîs gelek in û li çend deverên Bexdayê di trafîkê de astengî li ber welatiyan derxistin holê.

Gef û nimayîşa serbazî ya milîsên "Rub’ullah" di demekê de ye ku biryar e lûtkeya navbera Iraq, Misir û Urdinê li Bexdayê were lidartxistin, berî niha jî Serokwezîrê Iraqê ragihandibû ku Iraq gefa ewlehiyê derbas kiriye û niha ti gefek li ser şandên dîplomatîk tune ye.

Çekdarên milîs daxuyaniyek jî belav kirine, tevî gefxwarina li Mistefa Kazimî, çend daxwazên wan jî hene, weke; pesendkirina budceyê, vegerandina nirxê dolar weke berê, neşandina para budceyê bo Herêma Kurdistanê.

Li aliyê din, kanala El Şerqiye News ragihandiye; 7 komên milîs li hev kirine ku agirbesta li hember hêzên Amerîkayê yên li Iraqê hilweşînin.

Heta niha diyar nîne ku kî serkirdetiya milîsên Rub'ullah dike, berî niha jî li nav Bexdayê êrîşî çend cihan kirin û roja 17ê Cotmeha 2020an jî, baregeha Liqa 5 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Bexdayê şewitandibûn.

null