Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî li ber sermayê canê xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Selmas yê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd li ber sermayê canê xwe ji dest da.
Malpera Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye; li bajarê Selmasê û li ser sînorê navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, kolberekî kurd bi navê Fehîm Mamedî li ber sermayê canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, ew kolberê Kurd di tariyê de rê winda kiribû û ji ber wê jî di nav berfê û sermayê de qefilîbû û canê xwe ji dest dabû.
Kolberê bi navê Fehîm Mamedî, 35 salî û xelkê bajarê Selmasê bûye.
Bajarê Selmasê girêdayî parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.