Nêçîrvan Barzanî sersaxiyê li malbarên Dr. Qedrî Yildirim û Keremê Seyad dike

Serokê Herêma Kurdistanê hevxemiya ligel malbatên her du koçkirina nîşan da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de bi boneya koça dawiyê ya nivîskar û siyasetmedarê kurd Prof. Dr. Qedrî Yildirim û nivîskar û rojnamevan Kermê Seyad, peyameke sersaxiyê arasteyî malbatên her du koçkiriyan kir.

Serokê Herêma Kurdistanê li hejmara xwe tora civakî “Twiiter” nivîsî: “Ji bo koça dawiyê ya nivîskar û akademîsyenê Kurd Profesor Dr. Qedrî Yildirim û nivîskar û medyakarê navdarê Kurd Keremê Seyad, ji malbat û kesûkar û dost û hevalên wan re sersaxî dibêjim, hevparê xema wan im. Hêvîdar im Xwedayê mezin canê wan bi dilovaniya xwe şad bike.”

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Prof. Dr. Qedrî Yildirim roja 26ê Adarê li nexweşxaneyeke Diyarbekirê koça dawî kir.

Prof. Dr. Qedrî Yildirim ku pêştir parlamenterê bajarê Sêrtê berî koçkirinê bi 2 rojan ji ber nexweşiya xwînbûna mejî, ji bo nexweşxaneyeke taybet a Diyarbekirê hatibû veguhastin, lê ji ber giraniya nexweşiyê, pêr koça dawî kir.

Herwiha nivîskar û rewenbîrê kurd ê Ermenistanê û Rêveberê Radyoya Yêrîvanê yê pêştir Keremê Seyad duhî 27ê Adarê li Yêrîvanê koça dawiyê kir.