Buldan: Desthilat dixwaze HDPê ji sîyaset û hilbijartinan dûr bixe

Buldan: "Desthilat dixwaze HDPê ji sîyaset û hilbijartinan dûr bixe. Lê ew ê bisernekevin û nikaribin HDPê bigrin."
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Di sîyaseta Tirkîyê da ek ji rojevên sereke doza girtina HDPê ye. Biryar hat dayîn ku di 31ê Adarê da li ser doza girtina HDPê li Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkîyê lêkolîna ewil bê kirin. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, di civîna Meclîsa Jinan a partîya xwe da axivî û got, "Desthilat dixwaze HDPê ji sîyaset û hilbijartinan dûr bixe. Lê ew ê bisernekevin û nikaribin HDPê bigrin." Her wiha berdevka HDPê Ebru Gunay jî ji bo K24ê got, desthilat proseya girtina HDPê bi lez û bez birêve dibe.

Meclîsa Jinan a HDPê ji bo doza girtina HDPê û vekişandina ji peymana Stenbolê guftugo bike bi serokatîya Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li Enqereyê civîya. Pıştî civînê wê encamname bi raya giştî ra bê parvekirin.

Di destpêka civînê da Hevseroka HDPê Buldan axivî û got, desthilat dixwaze sîyaset û hilbijartinan bêyî HDP dizayn bike, lê ew ê nikaribin HDPê têk bibin û bigrin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan got: “Niha hêvîya wan ew e ku HDPê ji derveyî sîyaset û hilbijartinê bihêlin. Lewra dizanin ger HDP hebe di hilbijartina bê da nikarin biserkevin. Ji loma jî derbe li sîyaseta Kurdan, li mixalefeta demokratîk û li jinan dixe. Lê em ê HDPê nedin girtin û di her qadê da HDPê bi gelê xwe ra biparêzin. Em ê dev ji Peymana Stenbolê jî bernedin. Xwestin bi vekişandina peymanê derbeyekê li mafê jinan bixin.”

Li alîyê din li ser pirsa K24ê, Berdevka HDPê Ebru Gunay got, hêj tu dosya û îdianameya derbarê doza girtinê da negihîştîye ber destê me, lê xuya ye desthilat dixwaze proseya girtina HDPê bilezîne.

Berdevk HDPê Ebru Gunay dibêje: “Ji aliyên teknikî de di nav 15 rojan de pêwîst e raportor divê raporekê amade bike û dadgeh wê binirxîne. Dema dosya hat pejirandin gor vê raporê îddîaname digihîje destê me. Prosedura Dadgeha Bilind devam dike û dê piştî wê rewş zelal bibe. Lê em dibînin dîsa jî lêz û bezeke wan heye. Ji ber ku qadên Newrozê bersivek da wan. Ev îktîdar ji hêza HDP'ê, ji hêza gel ya ku piştgirî dide HDP'ê ditirse.”

Biryar e di 31ê Adarê da lêkolîna ewil ya doza girtina HDPê li Dadgeha Destûra Bingehîn bê kirin û wê raportor li gorî doznameya serdozgerîyê, rapora pêşîn a lêkolînê amade bike û wê pêşkêşî Serokatîya Dadgehê bike. Pişt ra prose wê bi parastinên Serdozgerî û HDPê dewam bike