Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransayê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibe 30.3.2021an li Parîsê li koşa Elysee bi Emmanuel Macron re dicive.
Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê ligel Fransa, rewşa Îraqê, Herêma Kurdistanê û navçeyê bi giştî, virûs Korona û ziyanên wê, metirsiyên terorê û erkê Hevpeymaniya Navdewletî, hevkarî û hevahengiya hevbeş ya hemû aliyan ji bo rûbirûbûna DAIŞ û hin pirsên din yên cihê girîngiya her du aliyan e dê bêne guftûgokirin.