Li Pirdê sê mûşek ber bi sengerên Pêşmerge ve hatin avêtin

Li sînorê nahiya Pirdê, sê mûşek ber bi sengerên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ve hatin avêtin.
Hêzeke Pêşmergeyê Kurdistanê
Hêzeke Pêşmergeyê Kurdistanê

Hewlêr (K24) – Li sînorê nahiya Pirdê, sê mûşek ber bi sengerên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ve hatin avêtin.

Berpirsê Liqa 3 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Kerkûkê Mihemed Xurşîd ji K24ê re ragihand; îşev li Pirdê sê mûşek ber bi sengerên Pêşmergeyê Kurdistanê hatin avêtin.

Li gor zanyariyên K24ê, di encama êrîşa mûşekî de ziyan negihiştiye canê ti kesî.

Hêzên Pêşmerge yên li Pirdê jî ji K24ê re diyar kirin ku armanca mûşekbaranên bi vî rengî, ji bo têkbirina wê nêzîkbûnê ye ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hatiye li ser para Herêmê ya di projeyasaya budceyê de.