Civîna Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron dest pê dike

Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron li qesra Elysee dest pê dike û çend mijaran werin guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Koşka Elysee û bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re dicive û çend mijaran guftûgo dike.

Di wê derbarê de, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîr ku bi Serokê Herêmê re li Fransayê ye ji K24ê re ragihand, rola Fransa ya girîng ji nîv sedsalê ve li hember Herêma Kurdistanê û daxwazên gelê kurd heye. Herwiha rola wê di aramiya Kurdistan û navçeyê de heye, ji ber wê hevdîtina û Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serok Macron gelekî girîng e. Berî salekê jî her duyan li Koşka Selama Bexdayê civiyan û çend babet guftûgo kirin.

Got jî: Fransa bi berdewamî guftûgoyê ligel serkirdatiya kurd dike. Di sala 1991an de piştevanî li gelê kurd kir û ligel Amerîka û Brîtanyayê jî Kurdistan parast. Di sala 2010an de Serok Barzanî serdana Fransayê kir û li Koşka Elysee ji aliyê serokê Fransa yê wê demê civiya. Piştre di dema şerê li dijî DAIŞê de jî serokê Fransa yê wê demê François Holland serdana Herêma Kurdistanê kir. Ev jî belge ye ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê girîn û bihêz in û Fransa bi berdewamî piştevaniyê kurd dike.”

Diyar kir jî, di civînê de behsa çalakiyên DAIŞê li deverê tê kirin ku niha tevgera Pêşmergeyan zêde bûye û metirsiyeke mezin li ser aramiya herêmê heye"

Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê aşkere kir, Herêma Kurdistanê beşdarî gera bê ya guftûgoyên di navbera Amerîka û Iraqê de dibe ku biryar e di 7.4.2021an de werin kirin.