Buldan: Heta ku ev desthilat hebe, ji bo ti kesî ewlehî tune

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan diyar kir; heta desthilata AKP-MHP berdewam be, ji bo ti kesî ewlehî tune.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan diyar kir; heta desthilata AKP-MHP berdewam be, ji bo ti kesî ewlehî tune.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan di civîna fraksiyona partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyê axivî û got; heta desthilata AKP-MHP hebe, jin û ciwan, kedkar û pêkhateyên netewî û olî ewle nabin.

Pervin Buldan da zanîn; desthilat êdî pabendî tu yasayekê nabe û dadgeh jî bûne dara destê desthilatê.

Buldan got; ji bo berdewamiya sîstema talan û bêdadiyê, niha desthilat hewl dide HDP derxe derveyî siyasetê. Herwiha diyar kir; biryara girtinê ne niha, piştî diyarbûna encamên hilbijartina herêmî dane ku piraniya şaredariyên bajarên mezin ji dest dabûn.

Hevseroka HDPê bang li desthilatê kir ku "bi girtina HDPê tenê dê bikarin, tabelaya HDPê bînin xwarê, derveyî vê ti tiştek nakeve destê we".