RAPIRSÎ - Dengderên partiyên din ji doza girtinê HDPê ne razî ne

Derbarê Doza Girtina HDPê de Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê rapirsiyek amade kir
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Derbarê Doza Girtina HDPê de Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê rapirsiyek amade kir. Xala balkêş a rapirsiyê ew e ku gelek dengderên partiyên dijberî HDPê ne, doza girtina HDPê wek gaveke xelet şîrove dikin.

Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê bi 1020 kesan re di navbera 18-21ê Adarê de derbarê doza girtina HDPê de rapirsiyek li dar xist. Di rapirsiyê de ji welatiyan hat pirsin ku “hûn doza girtina HDPê û betalkirina parlementeriya Omer Faruk Gergerlîoglû çawa dinirxînin. %30ê dengderên Ak Partiyê, %67ê dengderên CHPê, %94ê dengderên HDPê, %18ê dengderê MHPê, %25ê dengderên HUDAPARê, %25ê dengderên ÎYÎ Partiyê û %50yê dengderê Partiya Seedetê doza girtina HDPê wek gaveke neyînî dinirxînin.

Koordînatora Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk ên Qadê Yuksel Genç dibêje rapirsî nîşan dide ku polîtîkayên dijberiyê û jihevcudakirina aliyan dengên desthilatê dadixîne

Yuksel Genç ji K24ê re diyar kir: “Rapirsiyê li gel me nêrînek wisa dirust ku tujkirina dijberiya aliyan, dijminkirina aliyan dengên desthilatê dadixîne. Ji xwe 2 salên dawîn de em dibînin ku dengên desthilatê dadikevin. Li tevahiya Tirkiyeyê %6 li Bakurê Kurdistanê jî %8ê dengderên ku berê dengên xwe dane Ak Partiyê niha bêbiryar in. Ev yek di encama van polîtîkayan de ye. Berê dema ku bo şaredariyan qeyûm dihat tayînkirin sedema vê yekê ji dengderên xwe re rave dikirin, lê niha nikarin doza girtinê rave bikin.”

Derbarê encamên rapirsiyê, daxistina parlementeriya Omer Faruk Gergerlîoğlû  û doza girtina HDPê de mafnas jî amaje dikin ku êdî civak aşkere dibîne ku di bingeha pêşketin û rudanên hiquqî de çi sedem hene.

Mafnas Mursel Ekîcî amaje dike ku desthilat dixwaze bi qeyranên wisa dengên xwe bilind bike lê êdî konjonktura berê nema ye.

Mursel Ekîcî ji K24ê re diyar kir: “Li Tirkiyeyê di nava 5 salên dawîn de hiquq bo siyasetê tê bikaranîn. Ji ber wê yekê jî ew kesên ku piştgiriya HDPê dikin jî û piştgiriya HDPê nakin jî dibînin ku HDP wek partiyek xetere dibîne.”

Pirsek din a rapirsiyê jî ew e ku gelo divê HDP hember doza girtinê çi bike? %39ê beşdaran dibêjin divê HDP li benda encama dozê bimîne û li gorî wê helwest nîşan bide, %15 dibêjin divê HDP li benda encamê nemîne, xwe fesih bike û bi naveke din siyaseta xwe bidomîne, %10 jî dibêjin bila HDP doza girtinê di qada navneteweyî de têxe rojevê.