Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Fransayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara îro sêşemê 30ê Adara 2021ê li Parîs ligel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiyan.

Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara îro sêşemê 30ê Adara 2021ê li Parîs ligel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiyan.

Di civînê de pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Fransa, rewşa Iraq, Herêma Kurdistan û navçeyê, hilbijartin û proseya siyasî ya li Iraqê, metirsiyên terorê û serhildana DAIŞê, erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê û rewşa pêkhatan û koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Her du alî tekezî li ser daxwaza du aliyane ya pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Fransayê kirin û berdewamiya erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û hevkarî û yarmetîdana Iraqê ya ji bo rûbirûbûna terorê bi pêwîst zanîn.

Behskirina alîkarî û hevbeşiya Iraq û Herêma Kurdistanê û piştgîriya Fransa û civaka navdewletî ya ji bo çareserkirina kêşeyan û karkirina bi navê aramiya Iraq û navçeyê, mijarên din ên vê civînê bûn.