Lavrov: Amerîka piştevaniya hewlên kurdan a cudabûnê dike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne, Amerîka piştevaniya hewlên kurdan a cudabûnê dike.
Sergey Lavrov
Sergey Lavrov

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê radigihîne, Amerîka piştevaniya hewlên kurdan a cudabûnê dike û rê nade kurd bi rêjîma Sûriyê re jî bigihin rêkeftinê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di çarçoveya korbenda “Valdai” de li Moskoyê ragihand, Amerîka petrol û genimê Sûriyê bi qaçaxî bi riya Iraqê re difiroşe û bi dahata wê hewlên kurdan ên cudabûnê bi pêş dixe.

Sergey Lavrov got jî, Amerîka rê nade kurdan bi rêjîma Sûriyê re jî bigihin rêkeftinê.

Lavrov destnîşan kir ku Mosko bi riya têkliyên xwe kar bi nûnerê NY'yê yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen, nûnerên opozîsyon û hikûmeta Sûriyê re dike, ji bo alî ji hevdu nêzîk bibin.

Ev ne cara yekem e Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dibêje, Amerîka hewl dide Sûriyê dabeş bike û dewleteke Kurdî li rojhilatê Firatê ava bike, pêştir jî çendîn caran wiha gortibû. Herwiha gotibû jî, Amerîka rê nade deverên ku di destê hevpeymanên wê de ne (HSD) vegere bin serweriya dewleta Sûriyê.