Cenazeyên 4 penaberên Rojavayê Kurdistanê ji Kirwatiya bo Herêma Kurdistanê têne veguhestin

Çar penaberên welatiyên Rojavayê Kurdistanê ku li Kirwatiya di rûdaneke trafîkê de canê xwe ji dest dabûn, li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, dê şeva înê bo Hewlêrê werin veguhestin.

Hewlêr (K24) – Cenazeyên çar penaberên welatiyên Rojavayê Kurdistanê ku li Kirwatiya di rûdaneke trafîkê de canê xwe ji dest dabûn, li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, dê şeva înê bo Hewlêrê werin veguhestin.

Piştî raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, hemahengî ligel hikûmeta Kirwatiya hate kirin, da ku bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, cenazeyên wan her çar welatiyan werin vegerandin.

Berî niha Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihandibû: “Mixabin di encama bûyereke trafîkê de li Kirwatiyayê çar penaberên kurd ên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û hin penaberên din jî birîndar bûn. Tevî serxweşiya me ji malbatên wan re û hêviya başbûna bilez ji birîndaran re, li ser rasparde û erkê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê cenazeyên her çar penaberan bo Herêma Kurdistanê dê bêne vegerandin û piştre jî ber bi Rojavayê Kurdistanê ve werin rêkirin û li axa xwe werin veşartin.”

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, ji wan du kesên ku canê xwe ji dest dane, ji xelkê bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ne û du kesên din jî ji xelkê Dirbêsiyê û Serê Kaniyê ne.

Bavê yek ji wan xortên ku di bûyerê de birîndar bûne, ji K24ê re ragihand ku ji ber bûyerê divê kurê wî 15 roj di nexweşxaneyê de bimîne.

Roja 22ê Adarê li Kirwatiyayê kamyonek ku koçberan xwe tê de veşartibûn ji rê derketibû û qulipîbû û di bûyerê de 4 koçberên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dabûn û 24 jî birîndar bûbûn.

null
null
null
null