Gergerlîoglu: Divê dewlet nasnameya gelê Kurd nas bike

Omer Faruk Gergerlîoglu bang li dewleta Tirkiyê û gelên Tirkiyê kir ku nasnameya gelê Kurd nas bikin û pirsa Kurd çareser bikin.
Parlamenterê HDPê yê berê Omer Faruk Gergerlioglu
Parlamenterê HDPê yê berê Omer Faruk Gergerlioglu

Enqere (K24) - Li Tirkiyê parlamenterê HDPê yê berê Omer Faruk Gergerlioglu ku parlementeriya wî hatibû betalkirin û dest bi nobeta edaletê kiribû û di roja xwe ya 15an de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ev çalakiya xwe bi dawî kir. Gergerlîoglu di daxuyaniya xwe da bang li dewleta Tirkiyê û gelên Tirkiyê kir ku nasnameya gelê Kurd nas bikin û pirsa Kurd çareser bikin.

Omer Faruk Gergerlîoglu di civîna çapemeniyê de diyar kir: “Wan kêşeya Kurd çareser nekir. Pirsa Kurd bi girtin û operasyonan bi vî şeklî nayê çareserkirin. Bi destê dewlet û deshilatan binpêkirinên mezin yên mafê mirovî hene li dijî gelê Kurd.”

Gergerlîoglu destnîşan kir: “Dewlet hewce ye nasname, çand, kelepor û şêwaza jiyana gelê Kurd nas bike. Hûnê daxwaza gelê Kurd heta kû derê paşguh bikin. Bila gelê Tirkiyê bizanibe ku pirsa Kurd heye û ev pirs bi destê Kurdan nehatiye avakirin. bi zext û zordariyên dewlet û deshilatan ev pirs derketiye holê.”

Herwiha diyar kir: “Pirsa Kurd bi tenê ji aliyê Kurdan ve nayê çareserkirin. Ji xwe gelê Kurd evqas jan û êş kişandin em ê çawa zehmetiyên çareseriyê jî bixin ser milê wan. Berpirsiyariyeke giran li ser milê gelên Tirkiyê ye. Lazim e em hemû bi hev re vê pirsa Kurd çareser bikin.”