Li Kanadayê cûreyeke nû ya nexweşiya mejî hat dîtin

Rayedarên tendirustiyê yên Kanadayê eşkere dikin ku ji sala 2015an ve li cem 43 kesan nexweşeyeke ku nayê zanîn hatiye tomarkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarên tendirustiyê yên Kanadayê eşkere dikin ku ji sala 2015an ve li cem 43 kesan nexweşeyeke ku nayê zanîn hatiye tomarkirin.

Rayedarên tendirustiyê diyar dikin; ji wan 43 nexweşên ku bi cûreyeke nû ya nexweşiya mejî ketine, 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hat ragihandin ku bijîşk eşkere dikin; ev 43 halet, bûye salekê tê şopandin û ji ber ku ev mijar di medyayê de cih girtiye, niha tê eşkerekirin.

Li gor belgeyên ku ketine destê medyaya Kanadayê, bijîşk hatine hişyarkirin ku li hember kesên bi vê nexweşiya giran ketine, baldar bibin.

Pispor destnîşan dikin; dibe ku nexweşî genetîk nebe û bi rêya av, xwarin an jî bi rêya hewayê derbasî mirovan bûbe.