Li Efrînê 4 kes ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve 4 welatiyên Efrînê revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan ji malbata wan kirine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve 4 welatiyên Efrînê revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan ji malbata wan kirine.

Jêderekî ji Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî, roja 29 Adarê û 1ê Nîsanê 3 kalemêr ji gundê Behdîna revandin û li hember berdana her yekî ji wan daxwaza 1500 Lîreyên Tirkî dikin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Xelîl Mihemed Sîdo (60 salî), Rifaî Elî Horo (52 salî), Ebdîn Şêxmûs Mûsa (52 salî)

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir jî, Polîsa Leşkerî roja 17ê Adarê jî xortê bi nave Îbrahîm Tacidîn Îsmaîl ji gundê Kokanê revandiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Di wê derbarê de, Navenda belgekirina binpêkariyan da zanîn ku ji destpêka dagîrkirina Efrînê û deverên din yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve, heta niha 7 hezar û 825 kes hatine revandin, 1 hezar û 120 kes hatine îşkencekirin ku 145 kes ji wan hatine kuştin. Di teqîn û êrîşan de jî 2 hezar û 390 kes hatine kuştin.