Bi gumana “plana derbeyê” 20 kes li Urdinê hatin desteserkirin

Hat ragihandin ku desthilatên Urdinê 20 kesên din jî bi tometa ku gef li aramiya welat dixwin hatin desteserkirin.
Eman Paytexta Urdinê
Eman Paytexta Urdinê

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ji ewlehiya Urdinê ragihand, kesê bi navê Şerîf Hesen bin Zêd û Serokê Dîwana Şahaniyê yê berê Îbrahîm Awadallah û ji ber sedemên ewlekarîyê hatin desteserkirin.

Li gor ajansa “Petra”, lêkolîn bi Şerîf Hesen bin Zêd û Serokê Dîwana Qiraltiyê yê berê Îbrahîm Awadallah destpê kirine.

Hat ragihandin ku desthilatên Urdinê 20 kesên din jî bi tometa ku gef li aramiya welat dixwin hatin desteserkirin.

Rojnameya “Washington Post” jî ji rayedarên Koşka Qiraltiya Urdinê belav kir, bûyera ku weke komplo hatiye binavkirin, serokên eşîran û berpirsên ewlekariyê jî di nav de hene.