Kurê Gergerlioglu: Bavê min nexweşxaneyê revandin

Karvedanên desteserkirina parlamenterê HDPê yê Kocaelîyê Omer Faruk Gergerlîoglu didomin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Karvedanên desteserkirina parlamenterê HDPê yê Kocaelîyê Omer Faruk Gergerlîoglu didomin. Gergerlioglu piştî hat desteserkirin rewşa wî ya tendurustîyê xirab bû ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Gergerliogluyê ku anjiyo bû û di beşa çavdêrîya giran da dihat dermankirin, ji alîyê cendirmeyan ve bo Girtîgeha Sîncana Eqereyê hate veguhestin. HDP bertek nîşan da û got, wekîlê me bi awayekî korsan ji nexweşxaneyê hat revandin û derbarê rewşa wî da tu agahî bo me nehat dayîn. Kurê Omer Faruk Gergerlioglu Salih Gergerlioglu jî ji bo K24ê axivî û got, bi awayekî dijminane miamele li bavê min dikin û wî ji hemû mafên bingehîn bêpar dihêlin.

Parlamenterê HDPê yê Kocaelîyê Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenteriya wî hatibû betalkirin, li mala xwe ya li Enqerê ji alîyê hêzên ewlekarîya Tirkîyê ve hate desteserkirin. Gergerlioglu piştî hat desteserkirin ji ber pirsgirêkên tendurustîyê û ji ber ku ji alîyê polîsan ve hatibû derbkirin ji bo Nexweşxaneyê hat veguhestin û li vê derê anjiyo bû. Pişt ra Gergerliogluyê ku di beşa çavdêrîya giran da dihat dermankirin, ji alîyê cendirmeyan ve bêyî agahî bo parlaemnterên HDPê, parêzêr û malbata Gergerlioglu bê dayîn bo Girtîgeha Sîncana Eqereyê hate veguhestin.

Parlamenterên HDPê li ber derê nexweşxaneyê du caran li ser hev daxuyanî dan û ragihandin, bi awayekî der hiqûqî berpirsên nexweşxane û hêzên ewlekarîyê derbarê rewşa Gergerlioglu da tu agahî nadin wan. HDP bang li civak û mixalefetê kir ku ew li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin.

Parlamenterê HDPê yê Dîlokê Mahmut Togrul ji K24ê re got: "Wekîlê me Gergerlıoglu bi awayekî korsan ji nexweşxaneyê hat revandin. Derbarê rewşa wî da; ne nexweşxane ne jî hêzên asayîşê tu agahîyekê nadin me. Zilm li ser zilmê dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Em wan hişyar dikin, bila dev ji rê û rêbazên derveyî hiqûqê berdin. Em li bendê ne ku her kes li hemberî vê zilmê helwesta xwe dîyar bike."

Kurê Omer Faruk Gergerlioglu, Salih Gergerlioglu ji bo K24ê axivî û got, bi awayekî dijminanen miamele li bavê min dikin û wî ji hemû mafên bingehîn bêpar dihêlin.

Salih Gergerlioglu got: "Bi tu awayî derbarê rewşa bavê min da agahî nadin me. Jixwe bi awayekî dijminane tevgerîyan û bavê min desteserkirin. Niha jî bi mîzansekê ji nexweşxaneyê revandin. Em nizanin ka bi ku ve birine û rewşa wî ya dawî çi ye. Ev yek nayê qebûlkirin. Em ê li ber xwe bidin."

Dema Gergerlioglu hat desterserkirin parlamenterê HDPê yê Agirîyê Abdullah Koç jî li mala wî bû û bi telefona xwe dîmenên girtina Gergerlioglu tomar kir û bi raya giştî ra parve kir. Koç dide zanîn, polîsan bi miameleykê xirab Gergerlioglu desteserkirin û hewl dan ku ew nikaribe dîmenan tomar bike.

Parlamenterê HDPê yê Agirîyê Abdullah Koç dibêje: "Hevalê me li mala xwe bi awayekî dijminane hat desteserkirin. Nehiştin solên xwe jî li xwe bike. Ji 12 qatan heta jêrê hat kaşkirin û hat derbkirin. Ez jî li cem wî bûm. Me xwest bi vîdeoyê vê zilmê tomar bikin. Midaxeleyê min jî kirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Wê tu carî nikaribin me teslîm bigrin."

Di 17ê Adara 2021an da li Parlamentoya Tirkiyê parlamenterîya parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu hatibû betalkirin. Wek hincet jî parvekirina retwettekê li ser Twîtterê bi îdiaya ku propagandaya PKKê kirîye hatibû tohmetbarkirin û bi 2 sal û 6 meh cizayê girtîgehê lê hatibû birîn.