Sûriye.. Ji ber Koronayê dibistan û zanîngehan deriyên xwe girtin

Xwendina seretayî hatin bidawîkirin û deriyên peymangeh û zanîngehan ji bo du hefteyan hatin girtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê li Sûriyê, xwendina seretayî hatin bidawîkirin û deriyên peymangeh û zanîngehan ji bo du hefteyan hatin girtin.

Wezareta Perwerdê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, xwendina qonaxên dayingeh û seretayî (ji pola 1 - 5) ji roja 3ê Nîsanê ve û polên 5 – 8 ji 5ê Nîsanê ve hat bidawîkirin.

Wezareta Perwerdeyê diyar kir jî, polên din ên qonaxa amadehiyê (10 - 11) jî divê di navbera 25 – 29ê Nîsanê de ezmûnan bikin. Herwiha polên 9 û 12 tenê di proseya xwendinê de berdewam dibin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê jî ragihand, ji bo selametiya xwendekar û mamosteyan, dewam hemû peymangeh û zanîngehan ji roja 5 – 17ê Nîsanê tên rawestandin.

Ev biryar piştî wê yekê tên, heta niha li tevahiya navçeyên rêjîma Sûriyê 19 hezar û 284 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 1 hezar û 299 kesan canê xwe ji dest dane û 13 hezar û 90 kes jî baş bûne.

Di vê derbarê de Rêxistina Human Rights Watch berî demekê di raportekê de ragihandibû, amarên ku hikûmeta Sûriyê derbarê belavbûna vîrûsa Koronayê de belav dike ne rast in û hejmara kesên bi vîrûsê canê xwe ji dest dane, ji yên hatine ragihandin zêdetir e.