Nêçîrvan Barzanî: Hemû piştevaniya xwe ji Şah Ebdulla re tekez dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji Şahê Urdinê Şah Ebdullah re ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe ji Şahê Urdinê Şah Ebdullah re ragihand.

Piştî hewla derbeya li dijî Şahê Urdinê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û ragihand, ew hemû piştgiriyekê ji bo Şah Ebdullahê Duyem, Şahê Urdinê ji bo û aramî, asayiş û ewlehiya Urdinê û gelê wê tekez dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha dibêje,“Her dem dilê me li gel gelê Urdinê ye û Xwedayê mezin wan biparêze.”

Şeva borî çapemeniya Urdinê belav kir ku hikûmeta wî welatî hewleke derbeyê şikand û ji 20 kes bi tometa têkdana ewlehiya welêt desteser kir. Herwiha Cihnişînê berê û birayê Şah Ebdula, Mîr Hemze bin Husên jî bi neçarî di malê de hîştiye.