Li Efrînê 4 kes ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin

Bajarê Efrînê
Bajarê Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve 4 welatiyên Efrînê revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Jêderekî ji Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî, roja 27 Adarê bi ser gundê Dargirê yê navçeya Mabeta de girt û 4 welatî bi tometa pêwendiyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebû revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Behzad Subhî Osman, Rustem Izet Elî, Xelîl Emîr, Emîr Cemîl Cemal.

Di wê derbarê de, Rêxistina Mafên Mirovan dibêje, her welatiyekî kurd li Efrînê ji aliyê grûpên çekdaran vet ê revandin, tometa “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser” re arasteyî wî dibe, di demekê de ku ti kesekî ereb yan tirkmen bi tometa ku pêwendiya wî berê bi Partiya Beis re hebû nayê desteserkirin.