Nêçîrvan Barzanî: Biryara (688) a Neteweyên Yekgirtî ji gelê Kurdistanê re qonaxeke dîrokî bû

Bi riya li koça milyonî, xelkê Kurdistanê red kirin careke din vegerin bin sêwan û rikêfa sîtem û dîktatoriyê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di (30) saliya derxistina biryara (688) ji aliyê Neteweyên Yekgirtî de ragihand, Ew biryara mirovî ya ji bo gelê Kurdistanê qonax û werçerxaneke dîrokî bû, heta rê li koça milyonî ya xelkê Kurdistanê ya ber bi tixûbên Îran û Tirkiyê bigrin ku bi wê koçê red kirin careke din vegerin bin sêwan û rikêfa sîtem û dîktatoriyê.  

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Îro salvegera sîh saliya rojeke bi rûmete li dîroka hevçerx a gelê Kurdistanê da bi bîr tînin. Berî sih salan wekî îro 05.04.1991 Encumena Asayîşa Navdewletî biryara (688) derxist. Bi wê yekê proseya dabînkirina aramiyê destpêkir û newaya aram û navçeya nefirînê pêkhat ku paşê bûye sedema parastina beşeke zêdeyê Herêma Kurdistanê. Êdî hêzên rejîma wê demê ya Iraqê nedikarîn ne li ser zevî û ne li asmanê ve êrîşî ser gel û axa Kurdistanê bikin.

Ew biryara mirovî ya ji bo gelê Kurdistanê qonax û werçerxaneke dîrokî bû, heta rê li koça milyonî ya xelkê Kurdistanê ya ber bi tixûbên Îran û Tirkiyê bigrin ku bi wê koçê redkirin careke din vegerin bin sêwan û rikêfa sîtem û dîktatoriyê. Paşê biryar rehendeke emnî ya ji bo parastina asayîş û aramiyê wergirt, heta dawiyê de rehendeke nû ya siyasî û hilbijartinên 1992 û damezrandina Parlemen û Hikûmet û ezmûna defaktoya Herêma Kurdistanê pêkhat.

Çemka destêwerdana mirovî ku li gel wê biryarê da hate holê, ji bilî pêşkêşkirina yarmetiya mezina mirovî, dergehê jiyanê û ezmûneke nû ya demokrasiyê li ser Herêma Kurdistanê da vekir. Derfetê rexsand heta avadanî û çîroka serkeftina hevbeş û ezmûneke nû li navçeyê da pêşkêş bike û wekî hevbeşeke diyar li gel cîhana pêşketî bihayên şaristaniyên serdem pêşbixe û bibê parêzereke demokrasî û mafên mirovan, kultûra hevdû qebûlkirin û pêkvejiyan û lêborîniyê kûrtir bike.

Bêguman Herêma Kurdistanê li ezmûna sîh sala derbasbûyî de dikarî mînakeke baştir pêşkêş bike. Ji bilî hemû destkeftan, şaşî û kêmasî hebûye û heye, lê belê kêm jî nînin ew kêşe û tengasiyên ji bo wê hatin dirust kirin û rê li ber bi pêşveçûna zêdetir girt. Niha jî tenha bijardeya me eweye bi tebayî û pêkveyî, bi sûdwergirtina li ezmûna berê, bi guftûgo û hevdû têgihiştin û rêkeftina li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û bi piştevanî û hevbeşî û alîkariya civaka navdewletî, hengavan ber bi paşerojeke baştir bavêjîn.

Di vê bîranînê de silav û rêz û pêzanînên xwe ji bo civaka navdewletî dûpat dikîn ku sîh sal berê wekî îro biryareke rast û dirust dan, gelê Kurdistanê jî selmand ku eger azadî û derfet hebê, dikarê mînakeke baş û cûda pêşkêş bike. Daxwazê dikîn piştevan û hevkarê me bin heta hengavên mezintir ber bi paşerojeke baştirê hevbeş û aramî û pêşketinê li gel Iraq û navçeyê û cîhanê da bavêjîn, heta pêkve bi hevbeşî û alîkarî, bihayên bilindên mirovayetî û cîhana pêşketî biparêzîn û pêkve rûbirûyê tundutîjî û tundî û terorê bibîn.

Gelek spasî Îran û Tirkiyê dikîn ku pêşwaziya sedan hezar penaberên Kurdstanê kirin. Gelek spas ji bo wan hemû welatên bi her awayek bê beşdariyê li derxistina biryara (688) ya navdewletî û proseya dabînkirina aramî û damezrandina navçeya nefirîn û newaya aramî dabînkirina yarmetiya mirovî da kirin û îradeya siyasî ji bo parastina gelê Kurdistanê nîşan da. Spas ji bo Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên nehikûmî. Spas ji bo raya giştî ya cîhanê ku hikûmetên xwe han dan heta gelê Kurdistanê biparêzin. Em tu demekê wê piştgîrî û yarmetiya we ji bîr nakîn û çavên me li berdewamiya hevbeşî û piştgîrî û hevkariyên we ne.

Spas ji bo rojnamevan û wênegirên camêr û wêrek û ji bo kanalên ragihandinê ku roleke mezin li gihandina dengê xelkê Kurdistanê de dîtin û wêne û dîmenên êş û azarên pîr û zarok û nexweş û jin û zilamên koçberên li navçeyên tixûbiyên dijwar û çiyayî, ji bo hemû cîhanê veguhestin û piştgîriyeke mezina mirovî ji bo xelkê Kurdistanê desteber kirin. Spas ji bo piştevaniya revenda Kurdistanî û hunermend û dezgeh û rêxistinên Kurdistanî yên li derveyê welat. Silav û rêz û hûrmet ji bo we hemûyan.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05.04.2021