Li Enqerê 7emîn pêşangeha hunerên nûjen hat vekirin

Di pêşangehê de berhemên hunermendên Kurd jî hatin nîşandan.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Huner di bin şert û mercên zehmet yên vîrûsa Koronayê de jî wek yek ji mezintirîn pêdiviya hûnerhezan derdikeve pêş. Tevî bilindbûna keyzên vîrûsa koronayê piştî demeke dirêj li Enqereya paytexta Tirkiyê jî pêşangehek navneteweyî yeke Hunerên Nûjen hate birêvebirin. Di pêşangehê de berhemên hunermendên Kurd jî hatin nîşandan.

Her çi qas vîrûsa koronayê li aliyekê jiyana me bîne asta revestanê jî hûner cureyekê xwe digihijîne hawara me û dev ji geşkirina dilên me naberde. Tevî şertûmercên vîrûsa koronayê li Enqereya Paytexta Tirkiyê jî piştî demeke dirêj pêşengeheke hunerên nûjen hate birêvebirin. Di pêşengehê de beşek hunermendên kurd jî amade bûn. Hûnermendê Kurd Binyamîn Kurt hûnera xwe wiha da nasîn.

Hunermend Binyamîn Kurt ji K24ê re got: “Em li ser nave Diyarbekrê hatine vê derê. Zaten li resmê me jî binêrin, evene zarokên Dîyarbekirin, ev jin dîsa wisa, li çavên wan binêrin, wek insanên betilandî ne. Ango îçerîga karên me polîtîk e.

Li aliyê din hûnermedê Kurd Orhan Başegmez jî bi tabloya xwe ya bi mijara bêzemanî bal kişand. Tablo ji aliyê Seroka Partiya IYI Meral Akşener ve hate kirrîn.

Humermend Orhan Başegmez dibêje: “Di berhema min de şûnên paşeroja jiyana min hene. Ji xwe bi ya min hewceye hûnermend karên ji çandeya xwe dûr çê neke. Dema ku kesek li tabloya min dinêre rasterast dizane ku ez ji kîjan bajarê hatime. Ev yeke jî min keyfxweş dike ku ez dikarim bi rêya hûnerê xwe bidim nasîn.”

7emîn Pêşangeha Nawneteweyî ya Hunerên Nûjen, bi beşdarbûna 92 galeriyên hunerê, hejmarek mezin ya hunermend û saziyan birêveçû. Dîmenên rengîn yên pêşangehê bînerên xwe têrî hûnerê kirin.