Sefîn Dizeyî: Biryara 688 ji bo Kurdan girîng bû

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî ragihand; biryara 688 ji bo Kurdan biryareke girîng bû.
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî

Hewlêr (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî ragihand; biryara 688 ji bo Kurdan biryareke girîng bû, piştî wê biryarê, xelkê Kurdistanê karîn hilbijartin bikin û parlamento û hikûmeta xwe pêk bînin.

Sefîn Dizeyî ji K24ê re diyar kir: “Biryara 688 biryareke girîng bû ji bo xelkê Kurdistanê, ku ji herêma dijefirînê pêk dihat, piştî wê xelkê Kurdistanê karîn hilbijartinê bikin û parlamento û hikûmeta xwe pêk bînin.”

Dizeyî herwiha destnîşan kir: “Bernameya reformê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye û ji bo reformê dixebite û kêmasiyan çareser dike.”

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî ji aliyên siyasî daxwaz dike ku ji bo parastina destkeftên Herêma Kurdistanê alîkar bibin.”