Serokê Desteya Veberhênanê: Pêwendiyên me yên rasterast bi Îmaratê re hene

"Ji bo xebata ligel kompaniyên Îmaratî, planên taybet ên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hene"
Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî
Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî

Hewlêr (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ragihand; pêwendiyên wan ên rasterast bi welatê Îmaratê hene û ji bo xebata ligel kompaniyên Îmaratî, planên taybet ên Serokwezîr hene.

Mihemed Şukrî li ser projeyên welatê Îmaratê yên li Herêma Kurdistanê, ji K24ê re axivî û eşkere kir ku planên taybet ên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hene ji bo mamelekirina bi kompaniyên Îmaratî re, bi taybetî jî di hin warên taybet de.

Serokê Desteya Veberhênanê destnîşan kir ku pêwendiyên wan ên rasterast bi welatê Îmaratê hene û li ser vê mijarê duh bi Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Îmaratê re gotûbêjên wan hebûne.