500 malbatên iraqî ji kampa Holê bo Iraqê tên vegerandin

30 hezar û 738 koçberên iraqî li kampa Holê ya Hesekê de dimînin. ‎
Derxistina malbatan ji kampa Holê - Arşîv
Derxistina malbatan ji kampa Holê - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku hikumeta Iraq qebûl kir ku 500 malbetên iraqî vegerin wî welatî, ‎rêveberiya kampa Holê amadekariyên derxistina beşên nû ji koçberên iraqî ji kampa Holê dike. ‎

Endamê Nivîsgeha ‎Derketina ji Kampa Holê Mûnîr Mihemed piştrast kir ku piştî hikumeta Iraqê qebûl ‎kir ku 500 malbetên Iraqî vegerîne, amedekariya birêxistinkirina vegerandina iraqiyan ‎bo Iraqê dest pê kir.

Mihemed diyar kir: "Piştî ku belgeyên wan hatin tespîtkirin û erêkirina ‎ewlehî hate wergirtin, wek beşa yekemîn dê 100 malbat di ҫend rojên din de ji ‎kampê werin derxistin û rêveberî dê vegerandina malbetên din berdewam bike.‎"

Derxistina koçberên Iraqê ji kampa Holê du sal in rewestiya bû, ji ber ku hikumeta Iraqê vegerandina welatiyên ‎xwe red dikir, lê niha ev prose ji nû ve dest pê kir.

Li gorî daneya dawî ya rêveberiya kampa Holê, 30 hezar û 738 koçberên iraqî li wê kampê ne. ‎

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.

Rêvebiriya xweser jî dibêje ku karînên wan sînordar in, nemaze ku bi hezaran çekdar jî di zindanên wan de hene, êdî ev rewş hewcedarî destêwerdaneke navdewletî ye.