Fezlekeyên nû derbarê 11 parlamenterên HDPê de hatin amadekirin

Li Tirkiyê Serdozgeriya Komarî derbarê 11 parlamenteran de fezlekeyên nû amade kirin.
Parlamentoya Tirkiyê
Parlamentoya Tirkiyê

Enqere (K24) - Li Tirkiyê Serdozgeriya Komarî derbarê 11 parlamenteran de fezlekeyên nû amade kirin. Di nav van parlamenteran de Hevserokê berê yê Partiya Demokratîka Gelan HDPê Sezaî Temellî jî cih digire.

Parlamenterên ku di derbarê wan de fezleke hatine amadekirin, ji HDP û DBPê ne.

Li ser parlamenterên Diyarbekirê, Semra Guzel û Remziye Tosun û parlamenterê Wanê Sezaî Temellî 2 fezleke hatine amadekirin. Di tevahiyê de bo 11 parlemeteran 14 fezleke hene.

Parlamenterên din yên ku fezleke derbarê wan de hatine amadekirin, ku parêzbendiya wan were xistin, ji Dersim Dag, Saruhan Oluç, Ayşe Acar Başaran, Orhan Işik, Nimetullah Erdogmuş, Habip Eksîk, û Gulistan Koçyigit ve pêk tê.