Li Herêma Kurdistanê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand; ji demjimêr 20:00 heta demjimêr 06:00ê sibehê çûn û hatin qedexe ye.
Hewlêr
Hewlêr

Hewlêr (K24) – Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand; ji demjimêr 20:00 heta demjimêr 06:00ê sibehê çûn û hatin qedexe ye.

Li gor daxuyaniyê; hatûçûna wesayît û peyayan li temamê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê û herwiha li îdareyên serbixwe yên Raperîn, Germiyanê ji demjimêr 20:00ê êvarê heta 06:00ê sibehê qedexe ye.

Hat eşkerekirin ku hatûçûna wesayîtên ajans û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî û Hevpeymaniya Navdewletî û dîplomatkar û wesayîtên hêzên ewlehiyê û tîmên tendirustiyê û kompaniyên petrol û wesayîtên ambulans û rojnamevanan û kesên ku li ser erkê xwe yê fermî ne, li derveyî vê qedexeyê ne.

Li gor biryarê, dermanxane vekirî dimînin.

Danûstendinên bazirganî dê di navbera parêzgehan û rêveberiyên serbixwe yên herêmê de bi parêzgehên Iraqê re berdewam bin.

Ev daxuyanî dê di 08-04-2021 demjimêr di 08:00ê êvarî heta 12-04-2021 demjimêr 08:00 şevê tê cibicîkirin.