Amerîka vekişandina hêzên xwe yên şerker ji Iraqê ragihand

Washington razî bû ku hêzên xwe yên şerker ên li Îraqê mane vekişîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya gera sêyem a diyaloga stratejîk yên navbera Amerîka û Îraqê de, ku duhî Çarşemê hate kirin, Washington razî bû ku hêzên xwe yên şerker ên li Îraqê mane vekişîne.

Duhî gera sêyemîm a diyaloga stiratejîk a ji bo gengeşekirina pêwendiyên di navbera Baxda û Waşingtonê de hatibû destpêkirin, di daxuyaniyeke hevbeş de jî, Amerîka tekez li ser rêzgirtina serwerî û asayişa Iraqê kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Vekişandina hêzên Amerîkî û hêzên navdewletî yên din ji operasyonên şer ber bi rahênankirin û amadekirina hêzên ewlehiya navxweyî, nîşana serkeftina hevpariya wan a stratejîk e û gerentiya wê yekê dide ku careke din DAIŞê li ser aramiya Iraqê nebe gefek.”

Di daxuyaniyê de, Iraqê soz da ku baregehan ku hêzên Amerîkî lê ne biparêze ku Washington dibêje, “Ew tenê ji bo piştevaniya Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de li wî welatî ye.”

Komên çekdar ên nêzî Îranê bi tundî li dijî hebûna leşkerî ya Amerîka li Iraqê ne û gelek caran binkeyên ji aliyê hêzên Amerîkî tên bikaranîn, tên armanckirin.