Li Champions League bahoza Mbappe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bayern Munchen şeva borî li ser meydana xwe rastî bahoza Parîs Saint-Germain hat û tîma Parîsî tola têkçûna sala borî hilda.
Tîma Bayern Munchen ku nêzîkî du salan e di Champions League de têk neçûye, duhî di qonaxa çarîka dawiyê ya Champions League de mêvandariya Paris Saint-Germain kir û bi encama 2-3 têk çû.
Tîma Parîsê bi du golên li pey hev bi riya Kylian Mbappe û yarîzanê Brezîlî Marcinos di xulekên 3 û 28emîn de şaş kir. piştre tîma Bavaryayê rabû û du golên ku îmzeya Eric Moting û Thomas Muller hilgirtibûn di xulekên 37 û 60emîn de tomar kirin.
Piştre Mbappe vegeriya û di xuleka 68 an de gola xwe yên duyem û ya sêyem ji tîma xwe re tomar kir û lîstok bi wê encamê bi dawî bû.
Bi vê serketinê, Paris Saint-Germaîn tola xwe li Bayern Munchen di Champions League de hilda ku di werza borî de li hemberî Bayern ê ku bûbû şampiyonê wê pêşbaziya parzemînê, 1-0 têk çûbû.