Serokê Herêma Kurdistanê ligel aliyên siyasî dicive

Kombûn ji bo guftûgokirina li ser yekrêziya navmala kurdî ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo guftûgokirina li ser yekrêziya navmala kurdî, Serokê Herêma Kurdistanê ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dicive.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji K24ê re ragihand, biryar e îro Serokê Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirina li ser yekrêziya navmala kurdî û bi hev re karkirina aliyên siyasî ji bo parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê bicive.

Diyar kir jî, tevahiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di civînê de beşdar dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê pêştir di peyama bi boneya cejna Newrozê de daxwaz ji aliyên siyasî kiribû, kombûnekê saz bikin da ku gengeşeyê li ser yekrêziya aliyan bikin.