2 leşkerên Tirkiyê li Efrînê hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, du leşkerên wan li Efrînê û di şerê li dijî YPGê de hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, du leşkerên wan li Efrînê û di şerê li dijî YPGê de hatin kuştin.

Duhî li devera Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê şerekî giran di navbera çekdarên Tirkiyê û şervanên YPGê de derket.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê diyar kiriye, di wî şerî de 2 leşkerên wan hatine kuştin û 3 şervanên YPGê jî canê xwe ji dest dane.

Li gor heman wezaretê, piştî êrişê artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina cih û pêgehên YPGê kiriye. Derbarê mijarê de YPGê ti daxuyaniyek nedaye.

Ev di demekê de ye, jêderekê ji Efrînê şeva borî ji K24ê re ragihandibû; çar mûşek li navenda bajarê Efrînê li ser rêya Cindirêsê ketine û herwiha mûşekek jî li gundê Mûsankê ketiye.

Hat ragihandin ku hêzên ser bi Tirkiyê ve jî çend mûşek ber bi gundên navçeya Şêrewa ya nêzîkî herêma Şehbayê avêtine.