Malbatên Roboskiyê car din serî li Dadgeha Destûrê didin

Sibe roja înê malbatên qurbaniyên Roboskiyê car din serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê didin.
Malbatên qurbaniyên Roboskiyê
Malbatên qurbaniyên Roboskiyê

Enqere (K24) -  Sibe roja înê malbatên qurbaniyên Roboskiyê car din serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê didin. Di serdana ewil de Dadgehê bi hinceta ku di belgeyan de kêmasî heye, serlêdan red kiribû.

Malbatên qurbaniyên Roboskiyê sibê wê car din serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Li ser navê malbatên Roboskiyê, parêzer Kerem Altiparmak û parêzerên malbatan dê serî li Dadgehê bidin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî a HDPê, wê endamê rêveberiya HDPê Ferhat Encu, endamên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan û parlamenterên HDPê jî di serlêdanê da amade bin û dê piştgirî bidin malbatên Roboskiyê. Herwiha piştî serlêdana parêzeran dê li ber deriyê Dadgehê daxuyanî bê dayîn.

HDP û Baroya Şirnexê hevûdin tawanbar dikirin

Li ser Komkujiya Roboskiyê li gel ku 9 sal derbas bû jî ti berpirs û gumanbarek nehatin cezakirin. Di ser de jî ji ber ku proseya hiqûqa navxweyî ya Tirkiyê hatibû temamkirin û doz bê encam mabû, him Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê û him jî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê; bi hinceta ku parêzerên doza Komkujiya Roboskiyê belgeyên hewce amade nekirine, dosyeya serlêdanê red kiribûn. Ji wê rojê şûnda jî di navbera HDP û Baroya Şirnexê de li ser xemsarî û berpirsyariya dozê her nîqaş û tawanbarî berdewam dike.

Di 7ê Çileya 2014an da Dozgeriya Leşkerî ya Sererkaniya Tirkiyê derbarê doza komkujiyê de biryara neşopandinê dabû. Malbat û xizmên 34 qurbaniyên Roboskiyê li bendê ne ku bi darizandinekê adil fail û berpirsyarên komkujiyê bêne cizakirin.