Li Tirkiyê bi sistkirina rêkaran re pêketiyên Koronayê zêde bûne

Beriya ku rênima bêne sistkirin rojane nêzîkî 10 hezar haletên koronayê dihat tomarkirin. Lê piştî sistkirina rênimayan niha rojanê hejmara haletan gihiştiye nêzîkî 50 hezar kesan.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Tirkiyê beriya ku rênima bêne sistkirin rojane nêzîkî 10 hezar haletên koronayê dihat tomarkirin. Lê piştî sistkirina rênimayan niha rojanê hejmara haletan gihiştiye nêzîkî 50 hezar kesan.

Tenê li bajarê Stenbolê di nava hefteyekê de zêdetirî 90 hezar haletên koronayê hatîne tomarkirin. Pisporên tendirustiyê hişyariyê didin ku li Stenbolê cûreya koronaya guherî ya Brîtanyayê gelek zêde bûye ev cûre di nava deqîqeyekê de belav dibe. Ji ber vê yekê jî pispor daxwaz dikin welatî li cihên qerebalix 2 maskeyan ser hev bi kar bînin.

Pisporê tendirustiyê Osman Ozturk ji K24ê re diyar kir: ''Bi vê hejmara haletan ve pêwîst e qedexeya derketina derve bê ragihandin. Li gor amaran niha piraniya haletên tên tomarkirin ji koronaya guherî ya Brîtanyayê pêk tên. Ev vîrus ji yên din gelek bileztir yanî di nava deqîqeyekê de belav dibe. Lewma divê welatî li cihên qerebalix 2 maskeyan bi kar bînin û ji qerebalixê dûr bimînin.''

Li gel vê rewşa xerab hinek welatî jî dibêjin heta ku qedexeya derketina derve neyê ragihandin û hikûmet ji aliyê aborî ve alikariyê nede di vê rewşê de welatî nikarin xwe biparêzin.

Welatiyek li Stenbolê ji K24ê re diyar dike: “'Herkes bacê dide dewletê, ma dewleta me nikare 2 hefteyan pêwîstiyên welatiyên xwe pêk bîne. Ji bo debara xwe em neçar in her roj bikevin nav vê qerebalixê. Lewma 2 maske jî me naparêzin. Tenê yek çare heye ew jî divê hikûmet pêwîstiyên welatiyên pêk bîne û qedexeya derketina derve ragihîne.”

Pispor dibêjin li Stenbolê hejmara haletan di nava 6 hefteyan de nêzîkî 10 qet zêdetir bûye lewma eger heta meha Remezanê gavên pêwîst neyên avêtin rewşeke kaotîk dê derkeve meydanê.